Li gor lêkolîneke spasî diyar bû ku vexwarina qehwa bi şekir ji a bê şekir baştir e û mejî xurt dike. Zanyar dibêjin ku şekir û qehwe hêzên hev xurt dikin û sûdê didin mejî.
Qehwe heybereke hişiyarkirinê ye û şekir baştirîn jêdera glokozê a ku enerjiyê dide mejî ye.
Kesên ji qehwa tal hez dikin, zanyar ji wan re dibêjin ku baştir e , ger ew perçek şêranî pê re bixwin.
Lêkolînek din de jî tê pêşniyazkirin ku rojane nîv filcan qehwe bê vexwarin da ku metirsiyên tûşbûna şêrpenceyê kêm bibin.
Her wiha rojane 2-3 qedeh çay an jî qehwe dil ji nexweşiyan diparêze. Li gor vê lêkolînê ya ku 37 hezar kes tevlî bûne û 13 salan berdewam kiriye, heya gihaye vê encamê, rojane vexwarina 3-6 qedeh çay nexweşiyên dil bi qasî 45 % kêmdike, li gor kesên ku rojane tenê qedehek çay veduxun.
Wekî din lêkolînê zelal kir, ku rojane vexwarina 2-4 fincan qehqwe, mirina bi nexweşiyên dil bi qasî 20 % kêmdike, li gor kesên ku tenê fincanek qehwe veduxun.