Sînorê herî dawî yê zanist gihîştiyê “kûantûm” û “Kozmos” dîtinên gelek balkêş ji me re pêşkêş dikin. Kûantûm wek pirtikên jêr atomê û pêlên fîzîkî qadên nipî nû li me vedikin. Bi vî awayî tespîtên cuda têne kirin, ji hiskirinê heta tercîhên azad, di heman demê de bûyîna du tiştên cuda, ji ber xwezaya mirov, pîvana mirov nikare ti car xwe ji nediyarbûnê xilas bike. Têgihîştina maddeyên bêruh û hişk bi temamî li aliyekî din têne hîştin. Berovajî gerdûneke heta dawiyê zindî û azad derdikeve pêşberî me. Di vê nuqteyê de sirra bingehîn bi taybetî di mirov de dijî. Em behsa îdealîzmê û subjektîvîzmê nakin. Em nakevin guftûgoyên felsefî yên têne zanîn. Em serwext dibin ku li gerdûnê ev çend cihêrengî li sînorê kûantûmê diqewimin.
Em dibînin, êdî ji pirtikên atomê jî wêdetir, di gerdûna pirtik-pêlan de bûyerên diqewimin, bi taybetî “zindîtî” her cureyê hebûnê pêk tîne. Em dema behsa pêderxistin û hiskirina kûantûmê dikin ev vê rastiyê destnîşan dikin. Bêguman ev çend cihêrengiya xwezayê bi mejiyekî mezin û tercîheke azad dibe. Ji maddeyeke bêruh û hişk çawa ev qas nebat, çîçek, ruhber û mejiyê însan zêde dibe. Her çend tê gotin, metabolîzma ruhber ji molekulan pêk tê jî, em heta bûyerên ji molekulan, atom û pirtikên atomê, sîstema pirtik-pêlan wêdetir rave nekin, gengaz xuya nake ku em karibin cûrbecûrî û cihêrengiya xwezayê rave bikin. Bi heman awayî em dikarin kozmosê jî analîz bikin. Li ser sînorê dawî yê gerdûnê (eger hebe) bûyerên diqewimin dişibin bûyerên di kûantûmê de pêk tên. Di vir de têgihîştina gerdûneke zindî derdikeve pêşiya me. Gelo gerdûn bi xwe, nabe ku bi zêhn û maddeya xwe hebûneke zindî be? Di kozmolojiyê de ev pirsek e, her ku diçe zêdetir tê guftûgokirin.
Ji bo mirovê di navbera kûantûm û kozmosê de radiweste em dibêjin “mîkro kozmos”. Axir tu dixwazî her du gerdûnan; kûantûm û kozmosê fêm bikî, li mirov serwext bibe û ji hev derbixe! Ya rastîn mirov navika hemû pêhesîna ye. Çiqas agahî û zanebûnên me hene berhemên mirov in. Ji kaûntûmê heta kozmosê di hemû qadan de agahiyên me mirov pêş de birine. Ya divê em lêbikolin pêvajoya pêhesîna mirov e. Ev bi maneyek din, dîroka tekamul û beridandina gerdûna me ya 20 mîlyar salî ye ku temenê wê bi qasî hatiye pîvan. Bi rastî mirov kozmosekî mîkro ye. Ji ber ku di wî de sîstema kûantûmê dimeşe. Em ji pirtikên jêr atomê û pêlan heta molekulên DNA yên pêşketî, beridandina dîroka maddeyê dibînin. Her wiha ji qonaxa herî jêr a nebat û heywanan heta qonaxa pêşketina mirov, hemû pêvajoyên pêşketinên dîrokî mumkîne werin dîtin. Bi awayekî ilmî baş hatiye dîtin ku genê mirov di hemû qonaxên biyolojîk de xwe dubare dike û mezin dibe. Qonaxên pişt re bi civak û beridandinê temam dibe. Bi beridandina civakê re jî zanistê digihîne qonaxa îro. Lewra hukmekî ilmê ye, ku dibêje; mirov xulase û kurtasiyeke gerdûnê ye.
Eger em şîroveya xwe ya li ser mirov berfireh bikin, em dikarin îdeaya hin faraziye û hîpotezan bikin. Eger di hemû materyalên mirov pêk anîne de zindîtî, pêhesîn û taybetiyên azadiyê nebûna, wek encama van hemû taybetiyan însan jî wê li cem pêhesîn, zindîtî û azadiyê pêş neketa. Ji tiştekî neyî, tiştekî nû dernakeve. Ev têgihîştina me ya maddeyên bêcan pûç dike. Bêguman organîzasyonek mîna cureyê însan û civak nebe, hebûnek xwedî agahî pêş nakeve. Lê belê di vê organîzasyon û civakê de meteryalên rol dilîzin, xwedî taybetiyên agahî, pêhesîn, watedarî û azadiyê nebin, agahî û zanebûnê jî nikaribin pêk werin û ev dabaşeke tê fêmkirin. Di cewherê xwe de eger tiştek nebe, çima were afirandin? Li gorî vê nirxandinê, ne bi bandorên sivik ên ji xwezaya der ve û ne jî mirov bi awayekî Descarteswarî dibe xwedî agahî, van herdu şîroveyan jî piştrast nake. Fikir û dîtina nêzî rastiyê ew e, ku taybetiyên di gerdûna kûantûm û kozmosê de diqewimin di mirov de jî têne jiyîn. Bêguman ev gerdûn di çarçoveya rêzik û pîvanên xwe yên xweser de dimeşe. Gerdûn di mirov de têne ziman. Encama ji vê tê derxistin ew e ku eger mirov baş were analîzkirin wê gerdûn jî baş bê fêmkirin.
Dûalîteya parçe-enerjî dema em weke kevirên herî bingehîn ên gerdûnî difikirin, ez bêy dûdiliyê bijîm dikarim destnîşan bikim ku enerjî, azadiye. Wer bawer dikim ku pirtika madî jî, pakêta enerjiyê ya mehkûm e. Sûbjektîfa hebûna bûye maddî rê ve dibe enerjî ye. Enerjî maddeyeke rastî nîne; bi gotineke din ruhê maddeyê ye.
Ez dixwazim vê bibêjim: Li gorî min lêkolîna maddeya di mirov de rêbaza herî nêzî rastiyê ye. Wer xuya ye; li laboratûwarên modernîteyê yên bi awayekî dijwar hatine îzolekirin, mumkîn nîne mirov xwe li ser maddeyê bigihîne şîroveyeke nêzî rastiyê. Jixwe di fizîka kûantûm de têkiliya di navbera ‘ya çav li ser’ û ‘çavdêr’ de qet rê nade pîvanê. Çavdêr dikare maddeyê biguherîne, ya çav li ser jî di şert û mercên laboratûwarê de dikare xwe ji çavdêr vedize, rizgar bike. Wê wextê fêhmkirineke rast tenê bi çavdêrî û çavê hundirîn mumkîn dibe. Jixwe ji mirov çêtir laboratûwar nabe. Bi vê rêbazê Demokrîtos[1] karîbû atomê keşif bike û rêbaza rast jî pirr ji mêj ve destnîşankiribû. Em nabêjin laboratûwar bê kêr e, em dibêjin; cihên prensîbên bingehîn di çavdêriya hundirîn û xweguhdarîkirinê de ye.
Em dikarin prensîba xwe hînê zêdetir xurt bikin. Bi tevahî qanûnên fizîk û kîmyayê mumkîn e, di mirov de nêzî bêqisûrê bê dîtin. Ti laboratûwara kîmya û fizîkê bi qasî di ya mirov de xwedî tevneke bi kapasîte nîne. Agahiyên fizîk û kîmyayê yên herî zêde nêzî rastiyê mirov dikare xwe di însên de bigihînê. Maneçêkirina ji têkiliya madde-enerjiyê dîsa bi şêweyeke dewlemend di mirov de heye. Ew derfet heye mirov xwe di mejiyê însên de bigihîne yekîtiya madde-enerjî-fikrê. Gelo ev yekîtiya di mirov de taybetiyeke gerdûnê ye? Tespîta me dikare me ber bi pirseke wisa mezin ve bibe.
Em dikarin dualîteyên zindî û nezindî bi mînakên dewlemend di mirov de bibînin. Di nav zindîtiyên darî çav de ya mirov xwediyê taybetiyên herî pêşketî ye. Pêşketina zindîtiyê di mirov de derketiye asta herî jor. Bi vê re beşê maddeyê jî bi pêşketina zindîtiyê di zikhev de û pêre gihiştiye asteke pêşketî. Bi serûberiya di maddeya mejî de û pêşketina di zindîtiya wî de hînê jî tijî sirr e. Zanist der barê mejî de xwedî agahiyên gelekî bi sînor in. Di mejî de têkiliyên di navbera qabîliyeta maddeyê ya nîzamî û zindîtiya qabîliyeta fikra mucered de bi dest xistiye, hînê jî weke pirsgirêkeke mezin a keşfê li pêşiya me radiwest e. Em wexta behsa dewlemendiya mînakan dikin em behsa vî organê muhteşem dikin. Her weha di serî de dil, organên din ên bedenê bi serê xwe mûcîze ne. Ez hema yekser vê bibêjim; organên mirov ew çend kompleks in, nabe ku mirov ji lêkolînên tibbî re bihêle. Bi yekîtiya tevahiya zanistan hêja ye, lêkolînên hînê baştir bêne kirin. Dualîteya ruh-beden a mirov di qada psîkolojî û tibbê de hiştin cehaleteke mezin e, û heta bi qasî qetlê gunehekî mezin e.
Di mînaka mirov de çavdêriya em li ser têkiliya zindî-nezindî bikin, divê mijarê bi hinek feraziyan rave bikin. Beriya her tiştî divê em qabîliyeta zindîtiyê weke potansiyelê di maddeyê de qebûl bikin. Eger ev qabiliyet nebûya, tevna maddî ya di mirov de wê bi zindîtiya fikir û his a ku jê gelekî pêşketîtir e, nikarîbûya hevalbendiye bike. Eger wisa be, em çawa dikarin bi têgihiştineke xurttir di maddeyê de xwe bigihînin potansiyela zindîtiyê? Bersiva yekemîn, divê dualîteya ‘dehfdan-kişandin’ li serê têgîna zindîtiya potansiyel bê danîn. Ev prensîba xweser a di gerdûnê de tê dîtin, dibe ku manedar be, mirov wê weke potansiyela zindîtiyê şîrove bike. Ya duyemîn jî bi vê prensîbê ve girêdayî karektera pêlê ya bi perçikan ve em dikarin nîşan bidin. Em dikarin li vê dualîte û prensîba di gerdûnê de hebûn-valatiyê zêde bikin. Mirov nikare li hebûneke bê valatî, valatiyeke bê hebûn bifikire. Eger em zorê bidin sînorên fikra xwe, ya rastî wexta mirov ji dualîteya hebûn-valatiyê bibuhure wê herdu jî ji holê rabin. Em dikarin çi navî li pêkhatina nû bikin? Ha ev jî pirsa duyemîn a mezin e. Hinek weke hînbûne dikarin yekser bersiv bidin û bibêjin; ‘xwedê’ ye. Lê eger em di vê mijarê de nelezînin dibe ku em bigihîjin fikrên manedartir. Belkî jî em ê karibin bigihîjin maneya sirra jiyanê û bersiva wê.
Bi delîlan piştrast bûye madde enerjiya şidiyayî ya ketiye serhev e. Hevkêşeya navdar a Einstein tê zanîn. Tê gotin di navbera mirovê mirî û mirovê zindî de ferqa giraniya enerjiyê ya 18 gram heye. Gelo di rewşeke welê de zindîtî dibe sîstemeke taybet a herikîna enerjiyê? Wexta ev enerjî derdikeve û vala dibe, gelo hebûna xwe diparêze? Hingî gelo ruhparêziya di baweriya anîmîzmê de nayê piştrastkirin yan jî qet nebe nayê wê maneyê ku divê ev bawerî li ber çavan were girtin? Gelo ma nabe ku mirov têgihiştina dibêje; ‘gerdûn tijî ruh in’ yan jî peyva Hegela ‘mejiyê gerdûnê‘ (Geist) weke ‘enerjî ruhê maddeyê yê zindîtiyê ye’ binirxîne û weke têgihiştin, hiskirin û şîroveyeke ciddî li ber çav bigire?
Em dikarin pirsên bi vî rengî hînê zêdetir bikin. Ya girîng ew e, em ê têkiliya zindî û nezindîtiyê, ne bi dogmatîzma metafizîk a serdema navîn şîrove bikin, ne jî bi cihêkirina obje-sûbje, ruh-beden a modernîteya kapîtalîst nêzî heqîqetê bibin. Ne prensîba hêza afirîner a ji derve can dide, ne jî dualîteya madde-ruh a ji mêj ve di gerdûnê de heye dikarin têgihiştina me ya dewlemend a jiyanê rave bikin.
Divê mirov bawer bike ku di gerdûnê de prensîbeke edalet û dadê heye. Ti pêkhatin bêyî şertên xwe û ravekirina xwe dernakeve holê. Xweza, di pêkanîn û çêkirinê de ji dîtina me wêdetir bi edalet e. Ji qabîliyetên me yên çavdêriyê yên şaşkirî û berevajîkirî divê mirov civaka şaristaniyê berpirsiyar bibîne, belkî bi vê tespîtê şîroveya me li cih be. Çêbûna mirov jî pêşketineke adil e ku pêk hatiye. Mirov dikare bibêje; bi tevahî nîzama gerdûnî, cîhana biyolojîk û pêkhatinên civakî di xizmeta hebûna mirov de ne. Ma ji vê mezintir edalet dibe? Eger dewlet û hiyarerşiya mezin a di civakê de ev rastî berevajîkiribin û ser van rastiyan girtibin, divê mirov weke berpirsiyarê vê jî dîsa van hêzên mirov ên berevajîkar bibîne. Hingî jî mirovên li pey edaletê diçin wê bi xwe wezîfedar bin. Ji bo edaletê yê/ya her cure mane û çalakiyê bike dîsa mirov e. Bêguman mirovên bibêjin ‘ez li edaletê digerim’ ew kes in ku divê daxwazkar bin, pêdiviyan bi awayekî manedar, çalak, rêxistinkirî û bi dewamî bi cih bînin.
Pirsgirêke din a divê em balê bikişînin ser jî ew e, ka çima gerdûn dixwaze pêş bikeve? Bi awayekî rasttir, gelo taybetiya pêşketinê ya gerdûnê bi xwe delîlê zindîtiya wê nîne? Tiştekî qabîliyeta xwe ya zindîtiyê tinebe, ma dikare pêş bikeve? Cîhana biyolojîk bersivdana vê pirsê hêsan dike. Ji bo pêşketina biyolojîk pirseke din a girîng der barê îstîsnabûna ‘dinya’ me de ye. Bi qasî ku em dizanin û haya me jê heye, tê gotin, di gerdûnê de stêrkeke zindîtî lê hebe, nehatiye dîtin. Ev nêzîkatî bi xwe gelekî bi pirs e. Berê pêşî divê em bi bîr bixin ku ji bo tespîtkirina tevahiya stêrkan, kapasîteya mirov gelekî bi sînor e. Pêşî (kelmêş) çiqasî karibe dinyayê şîrove bike, mirov jî gerdûnê ewqasî dikare (belkî) şîrove bike. Gotina ‘mirov dikare her tiştî zanibe’ îdîayeke fikra metafizîkê ya ji wesweseya wê ye. Ev, helwestek e, dişibe afirandina xwedê.
Ji bo mirov pêkhatina di gerdûnê de qewimiye rave bike, bi hejmaran anîna wê ya ziman û di nava hejmaran de fetisandina wê zêde bi kêr nayê û wê rave nake. Jixwe ji bo serwextbûna li hikmetên dinyayê, hînê em li destpêkê ne. Ji niha ve diyar jî nîne serwextbûn û têgihiştin ê me rastî çi bîne. Pirrî caran tê gotin ‘Her zindiyek gerdûnek xwe heye’ pêwîst e, mirov vê têgihiştinê piştguh neke. Dîsa mirov pêre gerdûnên din jî bifikire, dibe ku hin aliyên din rave bike. Eger em mînakeke weha bidin, em ê baştir karibin qala mebesta xwe bikin: di bedena mirov de her şaneya zindî li gorî xwe hebûnek e, û heta di şaneyên mejî de fikir çêdibe. Ma hucre û şaneyên bi vê xisletê dikarin bibêjin, bi qasî ku em difikirin, gerdûn heye? Li aliyekî din, ev şane haya wan ji mirov û gerdûna mezin a li dewrûbera mirov nîne. Lê ev rewşa em behsa wê dikin, hebûna mirov û gerdûnên mîkro-makro ji holê ranake. Gelo nabe ku em mirov jî weke şaneyekê di vê gerdûna makro de qebûl bikin? Eger em bi hêsayî wêribin vê bikin, em dikarin ji aliyê cuda ve hukim li hebûna gerdûnan bikin. Mebesta me ji gerdûnên bi hev re ew e; eger her gerdûn girêdayî qonaxekê (sefheyekê) û pîvana pêlekê be, eger wisa tê şîrovekirin, hingî mumkîn e ku bi qasî neyê jimartin gerdûn hebin. Sîstema pêlê ya mirov jî zaye bi tenê yek ji van qonaxan e.
Abdullah Ocalan