Ji bo pisîkan nûçeyek reş; Wê mişk biqasê çêlekan mezin bibin

Hat îdiakirin ku dibe ku mişk di dahatûyê de bi qasî Çêlekan mezin bibin.

Lêkolînerekî li Îngilistanê îdia kir ku di dahatûyê de dibe ku ev ajal bi qasî mihan mezin bibe û heta dibe ku ewqas mezin bibin ku bejn û giraniya wan bibe bi qasî yên çêlekan.

Jan Zalasîewîczê ji Zanîngeha  Leîcestera Îngilistanê diyar kir ku mişk ji bo li jiyanê bimîne jiyana xwe û zêdebûna xwe diguherîne û îdia kir ku di dahatûyê de dibe ku ev ajal bi qasî mihan mezin bibe û heta dibe ku ewqas mezin bibin ku bejn û giraniya wan bibe bi qasî yên çêlekan.

Zanyar Zalasîewîcz diyar kir ku di heyama dînozoran de mişk li gor wan gelekî biçûk bûn û destnîşan kir ku ev ajal dema ku di ekosîstemê de derfet bibînin, dikarin gelekî mezin bibin.


Post a Comment (0)
Nûçeya Paş Nûçeya Pêş