Bi taybetî dema biharê li Kurdistanê brûsk dibe sedema mirinan.
Birûsk dikare çi danê rojê vede, lê bi ekseriyet di danê êvarê û berêvarkî de rûdidin sebeb jî awayê çêbûnê ewrên birûskan yên herêmî ne. Gava roj erdê germ dike, hewa germ ji erdê xwe hildide jor û piştî çend saetan ewrên birûskî diafirin.
Lê rengekî din yê birûskan heye ku bêhtir gerdûnî ne û ji ber rasthatina ewrên germ û sar yên wek nimûne ku ji okyanûsan tên vedidin. Ev rengê birûskan dikare çi danê şevê yan rojê vede.
Îcar hêza enerjiyê ya hemû birûskan jî ne bi qasî heve. Yên bi hêz dikarin 100 mîlyon volt, 150 000 amper bin. Yanî enerjiya birûskeke wiha xurt têra ku lembeyekê 2,5 pêketî bihêle dike.
Ji kesên ku birûsk li wan dide derdorê ji pêncan yek dimre. Lêkolîn herwiha nîşan didin ku piraniya mirovên ku birûsk li wan dide di bin darê de li sitarê geriyane. Sedemeke din ya ku birûsk li insên dide jî axavtina bi telefonê ye. Gava gurmegurma ewran e û mirov bi telefonê diaxive voltaja bilind dibe û ev birûskê dikişîne ber bi mirovan ve.
Ji bo ku mirov xwe ji birûskê biparêz e ya baş ew e ku mirov ne li mêrg û meydanên vekirî be, ne li ser gir, ban yan ciyê bilind be, ne di avê de be û neçe binê dareke bi tenê. Bidestgirtina sîwan ango şemsiye, kaşoyê golfê, ajotina bisiklêt, masîgirtin jî çend nimûne ne ku di hewaya birûskî de talûke ne.
Di heman demê de nebaş e ku mirov rûne jî. eger mirov li derve be mirov dikare şipê, li ser pîyan bisekine bê ku destê xwe bide tiştekî ku ceryan, ango karebayê dikişîne. Carê dihate gotin ku mirov dikare xwe di otomobîlan de biparêz e, dîsa ev derbas dibe, lê gereke haya mirov jê hebe ku polaya di erebeyên niha de ji yên berê naziktir e û bi vê re parastina wê jî kêmtir dibe. Ya baş ew e ku eger îmkan hebe gava ewr tarîbûn û birûskan veda mirov bikeve xanîyekî de ye.
Zerara ji birûskan ji can bêhtir li mal dixe. Şîreteke ku hewanas û pispor tim dikin ew e ku mirov fîşên di ceryanê de bikişîne. Derxistina fîşan baş e lê ji bo xaniyan parastina herî baş ew e ku kablo û xetên elektrîkê yên ku têne hundir bi axê ve girêdayîbin.
