Gelo hûn Zengilokê nas dikin?


Zengilok an zengulîtik an kilîl milîl an çûka mastî an silivî an jî şivanok (gelek navên wê hene) balindeyeke famîleya wîçwîçokan e.

AMED  -- 12 cm dirêj e. Enî û erzing sor in. Tokeke spî di ser berçêlikêre ye li semta guhikan heta perê kulovanka serî diçe. Piniyeke qehwayiya vekirî li singî û teniştan e. Kulovanka serî heta piştpatikê reş e. Du gîxên reş jê şor dibine herdû rexên stûyî. Pişt qehwayiyekî xwelîkî yê vekirî ye. Çeng reş in û qaneke zêrîn û hindek gîxên spî li şaperan e. Kurî reş e rexên perên wê spî ne. Spîlka çavan qehwayiyekî tarî ye. Nikul sorşekirekî pêtînê teniş qehwayî ye. Pê sorşekirekî vekirî ne. Mê û nêr rengek in; yê nêr ji rengî ve piçekê zîqtir e.

Têjik ji serî ve xwelîkiyekî gewr e, gîx û ravên qehwayî li banê serî û patikê û piştpatikê ne, demê wî soratî lê nîne.

Li Kurdistanê (li nîv çiyayan) xwecih e û zivistanan ji serè çiriya duyê heta dûmahiya nîsanê li deştan ref ref li mêrg û reviyên bi dexel û têr strîzerik (cureyekî strî ye) xweş dihê dîtin.

Bişkojikên gil û giyayî û tovê striyan dixwe.

Hêlînên xwe li ser darên bilind çêdike û têjikan jî li navçiyayan tên der. Li Tirkiye û Kîprosê û rojhilata nêzîk û bakurê Îraqê heta çiyayên Zagrosê têjikan tîne der. Zivistanan ber bi nişîv heta Sînayê li Misrê û heta bakurê Erebistana Siyûdî diçe... (HAWAR NET)
Post a Comment (0)
Nûçeya Paş Nûçeya Pêş