Kulindok, reha adem, anjî giya mirov. Giyayek bi jehr e, belgên wê bi qurmî ve ne û keskêtarî ne.
Li ser Kulindokê di dîroka 6000 salan de, di hemi medenîyetên hatin û çûyîn de, bi hezaran çîrok, çîrçîrok û çîrverok hatine gotin û îrojî tên gotin. Di gelek medenîyetan de reha wê ya wek mirovan, wek pûtan didanîn mal û ibadetgehên xwe, li ber disekinîn , dua dikirin û jêre find (mûm) pêdixistin. Tê gotin ku niha jî pêxistina findan di dêrên Xiristîyanan û turbeyên Musilmanan de ji wê toreyê tên. Di hemi deman de wek êşbir û jibo kuştinê wek jahr hatîye bikaranîn. Di destê sêhrbaz û hîlebazan de bûye materyalê herî giranbaha û bi hêz, lewre di hemi olan de hem “ rehmanî hem jî şeytanî” tê pejirandin. Di incîl û tewratê de navê wê derbaz dibe.
Kêrhatî: Xwestekên cinsî ( seksî ) zêde dike. Westîyanê (betilînê) ji holê radike. Êşan dibire. Laş ditevizîne. Spazm serrast dike. Navhinavan dibe ( virikî –ishal dike). Vereşandinê çêdike. Aramîyê çêdike. Heke zêde bê standin mirovan dîn dike, an jî dikuje. Tê gotin ku kîdera mirov têşe bilan bêşe, dema mirov wê devera rehê li cihê êşê bide, êşê dibire. Anku ser bêşe serê rehê, pişt bêşe, pişta rehê, pî bêşe pîyê rehê li cihê dêşe pesûn (bidin) êşê dibire. Ew jî xweşkirina rehê ya pisîkolojîk e.
Xebitandin: Ji ber ku zêde jehr têdane çaya wê nayê çêkirin. Tentura wê jî , ji ber ku talûka mirinê têdane, em nabêjin. Reha hişkkirî bihêrin, 10 mg rojê du caran ( pilek – qasê bikeve nav tiliya beran û şahdê ) bêxin nav şûşek avê û wexwin. Jibo tiştên me li jor nivîsî hemiyan baş e. Lê divê zêdetir neyê standin . gelek tehlûke ye.
Her bixwe niha di warê tibî de dervayî du dermanan nayê bikaranîn. Bê goman ew reha wek mirovan ji şeş hezar salan virde tê xebitandin û bi hizaran çîrok li ser hatine gotin.
Li gor qeneeta min ew bi kêrî gelek nexweşîyan tê. Lê mixabin tib li ser zêde ne rawestaye, an jî vedişêrin û kêrhatîyên wê nadin der. Em jî ne dikarin tehlîla wê bikin, nejî dikarin tiştên tib ê gotî pêşdatir biçin.