Pirtûk dimire "e-pirtûk" û înternet li şûna wê digrin


Bi taybetî piştî amûrên wek kompîterên tablet, Ipad û Kindle'yê derketin holê û hêdî hêdî belav dibin nîqaşa ser rabûna pirtûkan ji nû ve gûr bû.

Di wan rojan de xwediyê malpera archive.org Brewster Kahle ku heta niha kopiyên hemû malperan digirt û di  archive.org de diparast niha li pêy projeyeke nû de ye. Kahle dixwaze hemû kopiyên pirtûkan vegûhezîne înternetê û hemû pirtûkên ku hatine çap kirin di nav konteyniran de hilîne da ku ger tiştek li ser e-pirtûk bê ji nû ve wana kopî bike.

Hedefa wî ya destpêkê kom kirina 15 mîlyon pirtûkan e. Googlê jî heta niha bi sed hezaran pirtûkê vegûhestiye webê. Her wiha êdî di welatên pêşketî de li pirtûkxaneyan kompîter û înternet tn bicîh kirin.

Wek tê zanîn di Kurdî de jî pirtûkxaneya Enstîtuya kurdî Parîsê hemû pirtûkên di arşîvên xwe de vegûheztibû înternetê.

Wan hemû pêşketinên han nîşan didin ku serdema pirtûkan hêdî hêdî bi dawî dibe. Her wiha hin pispor jî diyar dikin ku ji ber înternetê û gûherîna şêweya girtina agahiyê û gûherîna şêweya jiyanê dibe ku zêde pêwîtî bi e-pirtûkan jî nemîne.

Nivîskar diyar dikin ku dibe ku form û şêweya xwendinê bê gûhertin. Lê çawa ku mirov li şûna ku mûzîkê ji kaset û cd'yan gûhdarî bikin ji kompîter û amûrên mobîl gûhdarî dikin bi heman şêweyî pirtûk, rojname û medyayên din jî bi amûrên elektronîk de hebûna xwe dikarin biparêzin.

Li aliyekî din jî hin nivîskar jî diyar dikin ku her çiqas e-pirtûk li şûna pirtûkan bigrin jî dibe ku xwendina pirtûkên roman an jî helbestan kêmtir be. Ji ber ku di jiayana nû ya mriovên vê serdemê de wext û konstrantrasyona xwendina romanê hêdî hêdî ji holê radibe.

Belê nivîs wê her hebe lê bi kîjan format, şêwe û bi kîjan navî, nivîs bi malper û e-pirtûkan an bi bi pirtûkên û materyalên çapkirî jî hebûna xwe bidomîne  salên pêş me de wê xûya be. (HAWAR NET/Çandname)
Post a Comment (0)
Nûçeya Paş Nûçeya Pêş